EY KURDÊN GOŞTHEZ!

Kevanî - 10:41

Çima em Kurd ewqasî goşthez in û kêfa me ji goşt re tê? Ev kultura goştxwarinê çawa ewqas di jiyana me de cih girtiye? Bi rastî ez meraq dikim, ji ber ku ez ji vê meseleya ne razî me. Mîsal; ka bifikirin, em fêkî û şênkayî/hêşînahî kengî dixwin? Li kêleka xwarinê tabî. Goşt û girar taca serê sifreya me ye û li hindê jî selete, tirşik, cacik û hwd. Tirşik jî goşt (hebe) û hestî (ku goşt tine be) dikeve hundirê wê, ji bo ku tehma wê xweş be(!). Hûn jî dibihîzin; tixtor û pispor hertim dibêjin; ji bo sihetê lazim e em zorê bidin fêkî û şênkayiye. Lê gava em lê dinerin; ji xeynî gihayên wekî kereng, tolik, aqbandir, pirpar, dobelan, yanî tiştên li van herêma şîn tên ,kes bi dilê xwe şênkayî naxwe mixabin. Ev kêmasiyeke pir mezin e .



Dixwazim behsa fêkî û şênkayiyê bikim piçekê. Çima em bixwin yabo, goşt xweş e ma ne? Hûn hêj ciwan in, haya we ji bayê felekê tine tabî, hûn çi dixwin maşalle laşê we jî metabolizmaya we jî diferîkîne û ne xema we ye, kêfa we ji çi re bê hûn dixin zikê xwe. Hûn qet organ û lebatên xwe nafikirin. Berî ku ez li ser vê beşê lîsans biqedînim, ez jî werê bûm.

2 madeyên muhîm di fêkî û şênkayi de hene: Antîoksîdan û Diet fiber/Diyet lif.

Ez serê we zêde neêşînim, bi kurt û kurmanci, ewilî behsa Antioksidanan bikim. Ev Antioksidan, bi hin radîkalan re herbê dike. Ev radîkal, rê li ber nexweşiyên wekî şekir, tansiyon, qansêrê vedikin. Heger hûn naxwazin bi van nexweşiyan bikevin, tedbîra herî mezin xwarina we ye. Antioksidan têsîrê pîrbûnê derengtir dixe.

Îja ka em li Dîet fiber binêrin. Ê wê jî gelek feydeyên wê hene lê vê zanibin, heger problema we ya mehandinê (sindirim) hebe, hûn kevs in. Mîsal heke Hemoroît bi we re hebe hewce ye hûn zorê bidin şênkayiyê. Ji ber ku Dîet fiber, hereketên rêviya me ya qalind serrerast dike. Di heman demî de gava ku hûn xwarinên ku ji aliyê Dîet fiberê ve  dewlemend dixwin, bi kaloriyeke hindik hûn ê derengtir birçî bibin . Kîjan xwarin ji aliyê Dîet fiber û Antîoksîdanan zengîn e pekî? Sêv, bacan, gezer.. yanî çi fêkî hebe (ama yên biqalik tabî, dev ji keşartinê berdin êdî heyran! ne tu hawe ye.)
Ger hûn dixwazin dereng pîr bibin û nexweşiyeke bê derman nebe derd ji we re, li xwarin û vexwarina xwe miqate bin, zêdetir cîh bidin fêkî û şênkayî.



Yanî wekî di vî fotografî de, gava we şênkayî dît bila ecîn (çîka Urfaliyan), an goştê biraştî neyê bîra we 😊 (ez jî piçek werê me mixabin ). Qedrê xwe  bigrin, ji bedena xwe hez bikin, bizanibin ji we re çi qenc e û çi xerab e.


Bimînin di xêr û xweşiyê de.

TE EV XWENDIN?

4 yorum

  1. Bijî bi tena serê xwe şênkayî-mênkayî 🤣 saet xweş
    Her çiqas ez goştxur bim jî ez bixwe ne goşthez im. Lê piştî vî emrê meriv rabe goşt ji nav xwarinên xwe derxe wekî ku 'neuzû bîllah' dîn biguhere 😎

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Na na şaş fam nekin, nabêjim goşt nexwin :) dı xwarına xwe de cîh bide şênkayî, zêdetir şênkayî û fêkî bixwin derdê me ev e :)

      Sil
  2. hîn do min ji xweha xwe re got, keçê ma bes e, em nikarin bêgoşt kevçiyeke/ parîkeke şîv bixwin. :/ lê ma tu yê çer bikî! di genên me yên kevn de, mijuliya pez û sewalan hene! lê divê vê pirsgirêka şînkayiyê bê çareserkirin. barî herim du sê baskê mirîşka gundan biavêjim ber dilê xwe :D

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Afiyeta canê te be :) goşt jî bixwin şênkayî jî , xwe ji goşt nehêle ^^

      Sil